20 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2016
HAKKARİ
Li Hekkariyê welatiyan bi alayên tirkî teşebusa darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) protesto kirin.
Danê êvarê nêzîka 4 hezar kes bi alayên tirkî li ber deriyê Walîtiyê civiyan û bi diruşmên weke "Xwe netewîne ev gel bi te ra ye" terefdariya xwe ji bo Serokomar Recep Tayyip Erdogan anîn ziman.
Piştra jî ji bo şehîdên dema teşebusa darbeya FETO due kirin.
Wali Cuneyit Orhan Toprak jî beşdarî xwepêşandanê bû û gotarek pêşkêş kir. Toprak di gotara xwe da destnîşan kir ku gelê Hekkariyê şeva 15ê temûzê berî ku rewş zelal bibe jî civiyan û weke şêran li hember teşebusê sekinîn.
Toprak anî ziman jî ku "nobedariyên demokrasiyê" yên ku Serokomar Erdogan dabû destpêkirinê wê bidomînin û gelê Hekariyê bê cihêkirina hizr û baweriya dînî wê li qadan bin.
Walî Toprak piştî axaftina xwe, digel xanima xwe û zarokên xwe û digel Midûrê Ewlekariya Wîlayetê Resul Hologlu, Wekîlê Fermandarê Cendirme Albay Yalçin Baysal, Rektorê Zanîngeha Hekariyê Prof. Dr. Ebubekir Ceylan û welatiyan li caddeyên Cumhuriyet, Bûlvar û Konakê meşiya. Welatiyan di dema meşê da, di leyhê Serokomar da diruşm xwendin.
- "Ev kes xayinin"
Haci Mehmet Adiyamanê ku beşdarê "nobedariya demkorasiyê bû, di axaftina xwe da ji bo nûçegihanê AA li dijî teşebusa darbeyê bertek nîşan da.
Adiyaman xwest ku DYA, Fethullah Gulenê serkirdê Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) radestî Tirkiyeyê bike û got, "Ev fêlên FETOyê ne. Ev kes xayinin. Xulamê FETO ne. Bila îdam ji bo van kesan were. Em piştevanê Serokomar Recep Tayyip Erdogan in."