13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
BATMAN
Piştî ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va li Şaredariya Batmanê wekîlê şaredar hat wezîfedarkirin, xebatên ji bo bajêr dewam dikin.
Şevket Aksoyê ku wek wekîlê şaredar hatiye wezîfedarkirin ji bo ji gel re xizmetê bike, projeyên paqijiyê, aslfaltê, rê, binesaziyê, park û baxçeyan yek bi yek dibe serî.
Aksoy xebatên ku li bajêr dewam dikin ji nûçegihanê AAyê re got. Aksoy diyar kir ku xizmetê dibin hemû aliyên bajêr û roja dest bi kar kir got Bismillah û dest bi xebata kir û wiha got, "Em ê li bajarê me yê ku ji 43 taxan pêk tê bigihêjin hemû aliyan. Li çar aliyên bajêr çi kêmasî û hewcedarî hebin em ê çareser bikin û xizmetê bibin ber deriyê gel."
Aksoy diyar kir ku pirsgirêka herî mezin rêyên xirab e û ew ê hemû rê û peyarêyan çêkin.
- "Me ji 150 hezar tonî zêdetir asfalt royî rêyan kir"
Aksoy got ku ewê hem rûyan asfalt bikin û wiha axivî: "Mixabin rêyên xirab bûye pirsgirêka vî bajarî. Gel herî zêde ji vê gilîdar e. Me hetanî nika ji 150 hezar tonî zêdetir asfalt royî rêyan kir."
Aksoy got ku wan li semtê Kuyubaşiyê ji bo çareserkirina binesaziyê kanalîzasyoneke 5 kîlomêtreyî vekir, ekîbên paqijiyê bê navber dixebitin.
Aksoy got: "Bajarê me wê bi paqijiya xwe va jî bibe bajarekî mînak. Me malên gel ji bo xwendekarên xwe yên zanîngehê kir pirtûkxane."
Aksoy diyar kir, wan hem parqên heyî nû kirin hem parqên nû çêkirin û li parqan cihê lîstika zarokan jî çêkir.
Aksoy got ku wan qada kêleka şaredariyê kir parq û welatiyan ev parq pir eciband û wan navê parqê danî "15ê Tîrmehê Parqa Şehîdan" ku bîranîna şehîdên hewla derba Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) neyê jibîrkirin.
- 26 otobês hatin kirîn
Aksoy diyar kir ku otobêsên hene têrê nakin û got ku ji bo pirsgirêkê çareser bikin hewl didin û wiha dewam kir: "Ji bo vê me 26 otobês kirîn. Me astengdar jî ji bîr nekirin. Me otobêseke ku ji bo astengdaran hatiye çêkirin kirî. Em dixwazin xizmetên ku gel jê mehrûm maye bidin."
Aksoy destnîşan kir ku hewl didin bi mixtaran ra bajêr îdare bikin û got ku ji bo tesbitkirina pirsgirêkan feydeya mixtaran zêde ye.
Aksoy diyar kir ku bi mixtaran dişêwirin û got ku her meh em bi mixtaran ra dicivin û pirsgirên bajêr tesbit dikin.