04 Îlon 2016•Rojanekirin: 06 Îlon 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna Serokên Hikûmet û Dewletên G20ê bibe çû Çînê.
Erdogan li bajarê Hangcouya Çînê bi Serokê DYAyê Barack Obama re hevdîtinek kir û pişt re daxuyanî da rojnamevanan.
Erdogan got ku piştî hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî Serok Obama telefon kiriye û li hember derbeyê piştgirî daye û wiha axivî: "Li herêma me bûyerên terorê û hewldana derbeyê li dû hevdu çêbûn ku ev jî menedar e. Wek welatekî NATOyê li hember hemû bûyerên terorê divê em herdu jî heman helwestê nîşan bidin. Li hember van em nikarin bêdeng bimînin. Em mecbur in ku li hember hemû rêxistinên terorê heman helwestê nîşan bidin. Lewra her cure teror û terorîst xirab e. Terorîstê baş û terorîstê nebaş tune. Hemû xirab in û bilenet in. Tevgera me ya li hember wan jî diyar e."
Tirkiye li Sûriye û Iraqê li hember rêxistinên terorê DAEŞ, PKK, YPG, PYD û yên din têkoşînê dide û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku li başûrê welatê me rêya terorê bila neyê vekirin. Ji bo ku rêyeke wiha a terorê neyê vekirin, Tirkiye bi hêzên koalîsyonê ve hevkariyê dike û têkoşînê dide. Ez bawer dikim ku em ê ji vê têkoşînê jî bi serkeftî derketin."
- "Wezîrê me yê Dadê û yê Karên Navxweyî wê herin Amerîkayê"
Serokomar Erdogan der barê îadekirina Fetullah Gulen de got ku xebat dewam dikin û wiha axivî: "Beriya hewldana derbeyê dosyaya der barê vî terorîstî de hatibû amadekirin, hatibû şandin. Dosyayên ku piştî 15ê tîrmehê tên amadekirin jî wê teslîmî heyeta ku ji Amerîkayê hat, bê kirin. Xebatên wan jî dewam dike. Ji Amerîkayê heyeteke ku ji Wezareta Dadê hat. Niha ji me, ji Wezareta Dadê jî heyetek wê here Amerîkayê. Wezîrê me yê Dadê û Wezîrê me yê Karên Navxweyî wê bi hev re herin Amerîkayê û bi hev re vê xebatê bikin."