Ferizat Kaya
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li Japonyayê ji serê tîrmehê vir va ji ber hewaya germ 77 kes mirin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Japonyayê Kyodoyê duh li Japonyayê hewaya herî germ hat pîvan. Li Japonyayê di nav bera 9-22yê tîrmehê da 77 kes ji ber hewaya germ mirin û ji 30yî zêdetir kes jî rakirin nexweşxaneyan.
Daîreya Meteorolojiyê ya Japonyayê germa zêde wekî "Afata Siruştî" îlan kir.
Duh li bajarê Kugayamayayê ya li bakurê Tokyoyê germahiya hewayê 41,1 pile hat pîvan û ev di dîroka welêt de wekî germahiya herî zêde hat qeydkirin.
Li Japonyayê serê mehê ji ber barana gur lehî rabibû û hêlan ketibû erdê, ji ber lehî û hêlanê 222 kes miribûn.