05 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Li Licêya navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derva ya ku li li 10 taxan hebû, kuta bû.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, li navçeya Licê ji bo ku rêvebirên payebilind ên rêxistina terorê werin girtin û kuştin, li taxên Uçdamlar, Guldîken, Yaprakkoy, Yorulmaz, Kiliçli, Bayirli, Yunluce, Gurbeylî, Akçabucak û Baharlarê operasyon hat kirin.
Bi mebesta ku welatiyên sivîl di operasyonê da zirarê nebînin, 4ê hezîranê ji saet 10.30î pê va biryara qedexeyê hat dayîn û qedexe 5ê hezîrana 2016an ji saet 05.00î pê va hat rakirin.