01 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
KARS
Li Qersê di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li mala 2 bînbaşiyên binçavkirî û dozgerekî komarê ku fîrar e, Încil hatin dîtin.
Li gorî agahiyê, li bajêr seba rûxandina rêxistinê û kifşkirina kesên ku di hewldana derbeya FETO da cî girtin, di kontrola Serdozgeriya Komarê da ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê operasyon li dar xistin. Di operasyonan da hûrguliyên balkêş derdikevin.
Di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya FETO da ekîban tevî Dozgerê Komarê Burak Yilmaz ê ku ji ber sedema wezîfeya wî ya "melayê herêmê" lê digerin, li mala Bînbaşi Samî Bubercî û Bînbaşi Haydar Kureş ku li Fermandariya Lîwaya Peyadeyên Mekanîze ya 14emîn peywirdar in û hatine binçavkirin, lêgerîn pêk anîn.
Ekîban li mala Yilmazê ku fîrarî ye û hat ragihandin di nava rêxistinê da wekî "melayê herêmê" cî girtiye, lêgerîn pêk anîn û di encamê da Încîlek hat qefaltin.
Hat tespîtkirin ku dîkê kitêbê yê di nava Încila ku li mala Yilmazê fîrarî hat qefaltin da herî dawî di beşa "Li Korîntasê berxwedana tund" da maye. Di vê beşê da qala xebatên Ezîz Pavlus ên li bajarê Korîntasê tê kirin ku Pavlus hewl dida dîn belav bike.
- Ji mala 2 bînbaşiyan jî Încîl derket
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li Fermandariya Lîwaya Peyadeyên Mekanîze ya 14emîn û Fermandariya Lîwaya komandoyan a 9emîn bênavber xebatên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgeha Qersê ji ber îdiyaya beşdarî hewldana derbeyê bûn, Bînbaşi Samî Bubercî û Bînbaşi Haydar Kureş ku li Fermandariya Lîwaya Peyadeyên Mekanîze ya 14emîn peywirdar in binçav kirin.
Di lêgerîna li mala Bubercî û Kureş da jî Încil hatin qefaltin.