23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
MALATYA
Li Doganşehira navçeya Meletiyê minîbusa ku karkerên demsalî dibir û dianî welgeriya, di qezayê de kesek mir û 30 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan minîbusa ku plaqeya wê 02 DF 792 û şofêrê wê Kadîr Aslan (38) bû, ji Adiyamanê diçû Meletiyê. Minîbus li gundê Surguya navçeya Doganşehirê welgeriya.
Şofêr Kadîr Arslan, Oruç (57) û Hulya Seyhan (18), Îsmaîl (18), Naîme (54), Denîz (20), Gonul (12), Cemîle (39), Melek (17), Mehmet (43), Dîlek (9) û Arîf Aydin (18), Merve (16), Yusuf (15), Buşra (20) û Muhammet Arslan (15), Îsmaîl (17), Esra (14), Bîrsen (18) û Ramazan Kizilay (13), Nazli Altay (18), Haci Seyhan (48), Îsmet Yilmaz, Fatoş (18) û Harîka Komur (18), Îbrahîm (14) û Abdulvahap Demîrkol (18), Fatma Toprak (40), Elîf (13) û Ramazan Altay (21) û Gulîzar Ateş (15) birîndar bûn.
Cemîle Aydina ku rakirin Navenda Tipê ya Turgut Ozal li nexweşxaneyê mir.
Hat ragihandin ku karkerên di minîbusê de ji Adiyamanê diçûn Kaleya navçeya Meletiyê.