MALATYA
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê dê mihrîcan bi kordînasyona Walîtiya Malatyayê, dê ji hêla Weqfa Lêkolîn, Pêşxistin û Danasîna Mişmişan ve bê lidarxistin.
Dê di çarçoveya mihrîcanê de Pêşbirka Fîlmên Dirêj ya Neteweyî, bê lidarxistin. Armanca pêşbirkê ew e ku berhemên nû û biqalîte nîşanî temaşevanan bidin, çêkirina fîlmên ku nirxa wan ya hûnerî zêde ye, teşwîq bikin û piştgiriyê bidin ku endustriya sînemayê pêş bikeve.
Xelatgirtin û beşdariya pêşbirkên din ji bo tevlîbûna festîwalên din asteng nîne.
Kesên ku dixwazin serî li pêşbirkê bidin, divê forma serîlêdanê ya ku li "www.malatyafilmfest.org.tr"yê cih digre, li gor rêziknameya mihrîcanê dagirin.
Serîlêdan heya 20ê îlonê didomin, di encama pêşbirkê de dê ji bilî xelata mişmişa qrîstal dê xelata peran jî bidin listîkvan û derhênerê berhemên serkeftî.