23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
MARDÎN
Li Başyûrta gundê ser Midyata navçeya Mêrdînê ji bo 7 jê zarok 10 kesên 30 sal berê ji aliyê PKKya rêxistina terorê ve hatin kuştin, merasima bîranînê hat kirin.
Qaymeqam Huseyîn Tekîn, di merasima li baxçê Dibistana Destpêkê ya Efelerê hat kirin got ku rêxistina terorê bi qetliyaman dixwaze çavê milet bitirsîne.
Tekîn got ku ya ku ew jê re dibêjin mirin ji bo me meqamê herî birûmet "şehîdî" ye û wiha dewam kir:
"Tu meqam û mewkî xwe ji ber vê nadin alî. Gava ku wext tê em dibînin ku çi polês, çi gundparêz, çi qaymeqamên me bin ji bo şahadetê amade ne. Bila tu kes vê ji bîr neke. Em bedêla jiyana li ser vê erdnîgariyê didin, em ji bo dayinê amade ne jî. PKK, rêxistineke taşeron e. Wexta ku xwîna însanên bê sûc û guneh dirijînin, li pêşiya efendiyên ku ev rêxistin ava kir jî destê xwe girêdidin."
Emîne Kaçay (58) ku di êrîşê de 4 zarokên wê mirin bi kurmancî axivî got: "Kujerên dest bi xwîn zarokên min qetil kirin. Ji bîr kirina vê êşa ne hêsan e. Em bi êşa di dilê xwe de dijîn."
Terorîstên PKKyî di 23ê rêbendana 1987an de êrîş biribûn ser herêma Efelerê, di êrîşê de 7 jê zarok yek jê jin 10 kes miribûn, 6 kes birîndar bûbûn.