15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Li Mizgefta Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê ji bo ku zarok mizgeftê hez bikin û dê û bavên wan jî bi rehetî nimêja xwe bikin ji bo zarokan cihekî taybet yê ji bo lîstikê hat veqetandin.
Malbat dema ku tên nimêja terewîhê zarokên xwe jî bi xwe re tînin mizgeftê. Zarokên ku dê û bavên wan nimêjê dikin li cihê lîstikê ya ku ji bo wan bi taybet hatiye veqetandin bi wezîfedaran re dilîzîn.
Şenel Toksozê xwendekarê Zanîngeha Marmarayê yê Îlahiyatê ji nûçegihanê AAyê re got ji bo malbat bi rehetî nimêja xwe bikin wan cihek wiha ji bo zarokan veqetandiye û wiha axivî: "Malbat gelek kêfxweş bûn. Em dixwazin bila malbat bi zarokên xwe re werin mizgeftê û bi rehetî nimêja xwe bikin. Ya din jî em naxwazin welatiyên din ên ku nimêja terewîhê dikin aciz bibin. Zarok gulên mizgeftê ne. Pêxemberê me gotiye 'zarokên xwe hînî nimêjê bikin'. Zarokên tên li vir jî hînî nimêjê dibin û dilîzîn."
Toksoz got malbatên ku haya wan ji vê tiştê çêbûye bi zarokên xwe re tên û hejmara zarokan jî her diçe zêde dibe.
- Bi 3 zarokên xwe re tê nimêja teravîhê dike
Fatih û Esra Eren 3 zarokên xwe yên bi navê Zeynep Eslem, Muhammed Emîn û Îbrahim re tên mizgeftê û nimêja xwe dikin.
Fatih Eren (37) ji nûçegihanê AAyê re kêfxweşiya xwe anî ziman û got ev mizgeft ji bo wan rehettir e.
Qîza wî Zeynep Eren (8) jî got piştî nimêjê ew naxwaze here malê û dixwaze zêdetir li mizgeftê bimîne.
Zarokê 5 salî Eren Gungor jî got ew him dilîze û him jî dibêje "amîn" û pêlîstokên xwe yên li malê tîne li vir û bi hevalên xwe re dilîze.