15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
ELAZIG
Li Elezîzê Omer Palayê 23 salî bi nexweşiya çerm ya bi navê "Epîdermolysis Bullosa"yê ketiye ji bo tengasî û zehmetiya jiyana xwe ji bîr bike bi çêkirina resiman dema xwe derbas dike.
Pala bir arîkariyê pereyê ku dewlet dide wan îdareya xwe û dayika xwe dike. Pala got ku xeyala wî ya herî mezin ew e ku rojekê bibe memûr û ji dayika xwe ra xaniyekî bikire. Pala wiha axivî:
"Ji ber nexweşiya xwe ez nikarim derkevim derva û bileyîzim. Ji ber vê ez ji pola 5an heta niha ji xwe ra resiman çêdikim. Çêkirina resiman ez ji kul û derdê min dûr xistin. Êdî ez bê resim nikarim tiştekî bikim. Ez dixwazim pêşangehekê vekim. Min hin tabloyên xwe firotin. Pere min têrê nekir, ji ber vê jî ev demek e ez resimên bi boyaxa rûn nikarim çêbikim. Boyax zehf biha ne. Ez niha bi qeleman resiman çêdikim."