İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
MARDÎN
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, "2yemîn Rojên Çand û Hunerê yên Bênavber" li dar xist.
Navenda Ciwaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin bername organîze kir û 20 akademîsyen, nivîskar, şair û muzîkjenên ku di qada çand û hunerê da naskirî ne, beşdarî bernameyê bûn û wê heta dawiya berfanbarê bidome.
Di çarçoveya bernameyê da Ayşe Acarê li Salona Civînê ya Navenda Ciwaniyê di mijara "zekaya çêkirî" da agahî da ciwanan.
Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Walî Mustafa Yaman beşdarî bernameyê bû û got ku ew girîngiyê didin pêşketina ciwanan û derfetên şaredariyê ji bo xwendekaran bi kar tînin ku aliyê wan ê çand û hunerê xurt bibe.
Yaman diyar kir ku ew bi duruşmeya "Ciwanî hebe paşeroj heye" va xebatên xwe didomînin.