Nihat Kavşut
05 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
MERSÎN
Li Bendergeha Mêrsînê bi operasyona hat kirin di konteynera ku mûz barkirîbû da di nav 530 pakêtan da 615 kîlogram kokaîn hat qefaltin.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi hevkariya ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Hatayê û Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk ya Midûriyeta Ewlehiya Mêrsînê di konteynera mûzan ya ji Ekvadorê anîn Berdergeha Navneteweyî ya Mêrsînê da lêgerîn kirin.
Di lêgerînê da di konteynera ku mûz barkirîbû da di nav 530 pakêtan da 615 kîlogram kokaîn hat qefaltin.
Gorî agahiyan di operasyonê da 4 kes hatin binçavkirin.