11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2018
MUŞ
Li Vartoya navçeya Mûşê di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstên PKKyî da pevçûn derket, 5 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuaniya Walîtiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr piştî îxbara li gundê Yilanliya li ser navçeya Vartoyê endamên rêxistina terorê hene, personel û wesayît şand herêmê.
Di daxuyaniyê da hat gotin hêzên ewlehiyê li ser rêya gundê Yilanliyê ji wesayîta ku lê ketine şikê ra gotin "bisekine" lê wesayît nesekiniye û gule berdane.
Hat gotin li ser vê di navbera hêzên ewlehiyê û endamên rêxistinê da pevçûn çêbûye û jê 2 jin, 5 terorîst hatine kuştin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin li bajêr ji bo aramî û ewlehiya gel têkoşîna dijî terorê wê bibiryar dewam bike.