Önder Beyter
20 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
NÎGDE
Hat ragihandin ku li Nîgdeyê di encama lêketina perwaneya helîkopterê da polêsek şehîd bû, polêsek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyê, li Peymangeha Pîşeya Polêstiyê ya Nîgdeyê helîkoptera ku ji bo perwerdeyê tê emilandin, danî pîsta peymangehê. Piştî danînê perwaneya helîkopterê li polêsê tevgera taybet Abdullah Yildirim (27) ku li peymangehê wekî hîndekar peywir dikir, ket û di encamê da polês Yildirim şehîd bû.
Polêsê tevgera taybet Azîm Dogan (25) ku ji lingê xwe birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Omer Halîsdemîrê.