01 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Li Ortakoya Beşîktaşê êrîşa terorê birin ser klûbeke şevê. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der heqê êrîşa terorê da agahî da û got ku "39 mirovên me mirin."
Wezîr Soylu der heqê birîndarên ku tedawiya wan li nexweşxaneyê dewam dike da got: "Êrîşa terorê di saet 01.15an da hat kirin. Vê gavê 69 kes di nexweşxaneyan da tedawî dibin, ji me ra hat ragihandin ku rewşa 4 kesan giran in."
Soylu destnîşan kir, ew li pey terorîstê ku êrîş kir ketine ku bigrin.
Daxuyaniya ewil Walî Şahîn da
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn daxuyanî da û wiha got:
"Terorîstek di saet 01.15an da bi çekeka lûledirêj va pêşiyê polêsê me yê li ber derî şehît kir û paşê welatiyekî me şehît kir û kete hundur. Mixabin di hundir da bi awayekî pir wehşî guleyan bi ser însanên bêguneh yên ku bona serê salê û şahiyê li wir bûn, reşand û ev bûyer pêk anî. Ev êrîşeke terorê ye."
Serokomar Erdogan der heqê bûyerê da agahî stand
Hat ragihandin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê êrîşa terorê ya li Stenbolê da ji rayedaran agahî stand.
Çavkaniyên Serokomariyê eşkere kirin ku Serokomar Erdogan piştî xeberda êrîşê bi têlefonê li Serokwezîr Bînalî Yildirim, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Îrfan Fîdan geriya û bi wan ra axivî.
Hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan ji ber bûyerê pir xemgîn bû û geşedan ji nêz va şopand û herwiha der heqê qurbanî û rewşa birîndaran da pêzanîn wergirt.
Wezîrê Tenduristiyê Akdag: (Der barê êrîşa terorê ya Stenbolê de) Niha li nexweşxaneyan 65 birîndar hene. Rewşa 4 kesan giran e."