Önder Beyter
30 Îlon 2018•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2018
ANKARA
Li Altindaga navçeya Enqereyê di sepana asayîşê ya ku hezar û 150 polês beşdar bûn da jêpirsîna 6 hezar û 205 kesî hat kirin, 10 kesên lê digerin hatin girtin, miemeleya edlî/îdarî li 12 kesan kirin.
Di kordînasyona Midûriyeta Ewlekariya Navçeya Altindagê da ber êvarê sepana asayîşê hat kirin. Ligel ji midûriyeta ewlekariya navçeyê, ji hemû şaxên midûriyeta ewlekariya parêzgehê hezar û 150 polês beşdarî sepanê bûn. Herwiha notirvan jî beşdarî sepanê bûn.
Ekîbên ku mekanên giştî yên kêfê kontrol kirin, li nasnameyên mirovên li wê derê mêze kirin û kontrol kirin. Polêsên ji tevgera taybet û hêza pola jî li dora noqteyên sepanê tevdîrên ewlekariyê standin.
Di sepanê da jêpirsîna 6 hezar û 205 kesî hat kirin, 10 kesên lê digerin hatin girtin, miemeleya edlî/îdarî li 12 kesan kirin, 4 hezar û 620 lire ceza hat birîn. Herwiha 48 kargeh hatin kontrolkirin, 6 jê ceza lê birîn, 3 jê jî hatin girtin.
Dîsa di vê çarçoveyê da hezar û 377 wesayît hatin kontrolkirin, 12 wesayît ji trafîqê hatin qewitandin, 20 hezar û 838 lire cezayê pere li 28 wesayîtan birîn. Ajokar hatin hişyarkirin, dema wesayît diajon, kembera xwe girê bidin û bi têlefonê neaxivin.
Di sepanê da herwisa vexwarina qaçax, hebên hişbir û çeka bêrûxsat jî hatin girtin.