Önder Beyter
30 Îlon 2018•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyonekê da 14 hezar û 200 pirtûkên bêbandrol hatin qefaltin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Ewlekariyê ya Stenbolê di çarçoveya xebatên rêlêgirtina firotana pirtûkên bêbandrol yên ku Jimare 5846 Qanûna Berhemên Hizr û Hunerê binpê dikin da li Fatîhê bi ser 2 kargehan da girtin.
Li kargehan di lêgerînan da 14 hezar û 200 pirtûkên bêbandrol hatin dîtin. Di operasyonê da herwiha kesek hat binçavkirin.
Berşikê ku piştî miemeleyên li ewlekariyê sewqî edliyeyê kirin, hat berdan lê dê bi şêweya negirtî, were darizandin.