30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2016
ANKARA
Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê nîşan didin li qad û meydanan "nobeta demokrasiyê" didomînin.
- Stenbol
Li Stenbolê welatî li Meydana Taksîmê civiyan û li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) "nobeta demokrasiyê" domandin.
Bi hezaran welatî alayên xwe hildan û hatin Taksîmê. Welatiyan sloganên li dijî derbeyê berz kirin. Gelek şanoger, lîstikvan û derhêner jî ji bo bertekê nîşanî hewla derbeyê bidin hatin Taksîmê. Hunermendên ku piştgirî dan nobeta demokrasiyê li vir axivîn.
Welatiyên ku ji bo nobeta demokrasiyê hatin qadê ji ekranên mezin xeberdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman û Serokwezîr Bînalî Yildirim ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel a Beştepeyê ku di Bernameya Bibîranîna Şehîtan da kirin, guhdarî kirin.
- Enqere
Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê nîşan didin li meydana Qizilayê "nobeta demokrasiyê" didomînin.
Piştî banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ya 15ê Tîrmehî welatî her roj li Meydana Qizilayê dicivin û bertekê nîşanî FETOyê didin.
- Gazîenteb
Meydana Demokrasiyê ya li bajêr ji bo kesên nobeta demokrasiyê digirin û bi hezaran welatiyên ku li wir kom bûn alayên Tirkiyeyê hejandin, lenet li FETOyê anîn û hewla derbeyê protesto kirin.