04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 04 Hezîran 2017
QERS
Hat ragihandin ku li herêma Çemçeya Qersê di operasyona dijî rêxistina terorê ya ku hêza asîmanî jî beşdar bû da 8 terorîst hatin berterefkirin.
Waliyê Qersê Rahmî Dogan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da got ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê piştî ku li herêma Çemçeya li ser Qaxizmanê komeke terorîst hat tespîtkirin, dest bi operasyonê kirin.
Dogan destnîşan kir ku hêza asîmanî jî piştgirî da operasyonê û wiha dewam kir, "Li ser dîmena ku duh bi şev hat bidestxistin, bi beşdariya hêza asîmanî va operasyon hat lidarxistin û 8 terorîst hatin berterefkirin. Terorîstekî ku revî, tê şopandin."
Eşkere bû ku operasyona li devera Çemçe-Madûrê berdewam e.