İbrahim Atmaca
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
KARS
Li Qersê otobêseke rêwiyan wergeriya û li gor agahiyên ewil 30 kes birîndar bûn.
Otobêsa rêwiyan ya ku seferên Stenbol û Azerbeycanê dikir, Murat Sepek diajot û plaqa wê 34 DY 9422 ye. Otobês li ser rêya Karakurt û Kagizmanê wergeriya.
Di qezayê da li gor agahiyên ewil piraniya wan nexciwanî 30 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Qers û Sarikamişê.
Hat gotin ku hin birîndar hema li ser piya hatine tedawîkirin, tedawiya hinekan jî dewam dike.