01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
ZONGULDAK
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê berhev kir, di operasyonên hevpar ên unsûrên TSK û emniyetê yên ku digel qedexeya derketina derva va bi armanca kuştina terorîstan, rakirina barîqatan, tijekirina çalan û jinavbirina dafikên biteqemenî va hatin lidarxistin da serkeftinên girîng hatin bidestxistin.
Di çarçoveya operasyonan da di meha gulanê da li Şirnex, Wan, Diyarbekir, Mêrdîn, Hekarî, Mûş, Tûncelî, Şanliurfa, Qers, Bîngol û Erzincanê dora 400 terorîstî hatin kuştin.
Di hemleyên asîmanî yên dijî hedefên rêxistina terorê Metîna, Xakurk, Gara, Zap û Qendîl ku li bakurê Iraqê ne da dora 240 terorîst hatin kuştin. Hat destnîşankirin ku di nava van da qaşo rêvebirên pilebilind ên rêxistinê jî hene.
Di operasyonên asîmanî da çek, stargeh û şikeftên hatin tespîtkirin ku terorîst diemilînin, hatin jinavbirin.
Qaşo berpirs hatin kuştin
Di operasyonan da bi sedan çal û barîqat hatin jinavbirin, bi tonan madeyên teqemeniyan, çek, muhîmat û pêxwarin hatin qefaltin. Hat tespîtkirin ku di nava terorîstên hatin kuştin da hin qaşo berpirsên herêmê yên rêxistinê jî hene.
Berpirsên rêxistinê yên mîna Mahmut Çar ku nasnavê wî "Cîger" e li Îpekyoluya Wanê, Ekrem Guney ku nasnavê wî "Azar Sîser" e tevî alîkarê xwe Ahmet Tavla ku nasnavê wî "Çekdar" e li Licêya Diyarbekirê, Emrah Kurt ku nasnavê wî "Pale" ye li Pulumura Tûnceliyê, terorîstê ku nasnavê wî "Egîd" e tevî Zamanî Çakmak ku nasnavê wî "Xebatkar Karker" e li Nisêbîna Mêrdînê hatin kuştin.
Li Nisêbîna ku dijî rêxistina terorê PKKyê operasyon dewam dikin di 27ê gulanê da 8 terorîst teslîm bibûn û eşkere bû ku yek ji van Osman Uçar e ku nasnavê wî "Canfeda" ye.