İbrahim Atmaca
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ERZURUM
Tê texmînkirin ku li 7 bajarên Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok çêbibe.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê danê sibê ewrsayî û sayî, piştra ewrsayî û pir ewrayî derbas bibe.
Li gor texmînê li Erzirom, Qers, Erzincan, Îdir, Agirî, Tuncelî û Erdexanê tavî û teyrok wê çêbibe.
Germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm jî li Qers, Agirî û Erdexanê 6, li Erziromê 7, li Îdir û Tunceliyê 14, li Erzincanê 15 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava roja germa hewayê jî wê li Tunceliyê 30, li Erzincanê 29, li Îdirê 28, li Agiriyê 22, li Qers û Erziromê 21, li Erdexanê 20 pile be.
Li Erziromê di nav 24 saetên dawîn da serê mêtreqereyê kîloyek baran barî.