26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de, 99 hedefên DEAŞê û 18 hedefên PKK/PYDyê hatin bombekirin, terorîst di mewziyan de asê bûn û êdî nikarin êrîşan li dar bixin.
Di agahdariya Hêzên Çekdar ên Tirk de hat diyarkirin ku di roja 64emîn de "Herekatê Mertalê Feratê" dewam dike.
Di çarçoveya herekatê de piraniya kontrola herêma Tall Nayîf, Tall Kaladjah, Kassar û Tîltanahê ku dikevin aliyê başûrê Aktarînê hatin bidestxistin. Ji bo rizgarkirina tevahiyê herêmê û paqijkirina mayin û teqemeniyên destî xebat dewam dikin.
Firokeyeke hêzên rejimê bi bombeyên warîlê êrîş bir ser hêzên muxalif ên li herêma Tall Nayifê, di êrîşa asmanî de 2 muxalif şehîd ketin, 5 muxalif birîndar bûn.
DEAŞê bi wesayîta bombebarkirî va êrîş bir herêma Ak Burhanê û di bûyerê da 2 muxalif şehît ketin, 21 muxalif birîndar bûn û 7 wesayît perçewesle bûn. Ji destpêka hereketê heta niha hêzên muxalif 163 deverên ku hema bêje ji 300 kîlometreqereyî pêk tê xistin bin kontrola xwe.
Bi wesayîtên hedefan tespît dikin va 99 hedefên DEAŞ û 18 hedefên PKK/PYDyê hatin bombekirin û nehiştin ku endamên PKK/PYD û DEAŞê çavên xwe vebikin, cihên wan hatin belawelakirin.
Balafirên şer ên Hêzên Hewayî hereketa hewayî pêk neanîn lê balafir ji bo hedefên ku dibe ji nişka va bên kifşkirin li erdê "ji bo wezîfeyê" hatibûn amadekirin.
Di hereketa hewayî ya ku hêzên koalîsyonê li Sûsiyanê pêk anîn da 2 endamên DEAŞê hatin kuştin û wesayîtek û avahiyek hat îmhakirin.
Tîmên tespît û îmhakirina teqemeniyê ku piştgiriyê didin muxalifan li herêmên ji DEAŞê hatine xilaskirin 10 teqemeniyên bidestçêkirî bi kontrol îmha kirin. Ji destpêka hereketê heta niha 31 mayinên ku piraniya wan wek dafik hatibûn bicihkirin û hezar 346 teqemeniyên bidestçêkirî bi kontrol hatin îmhakirin.