Fatih Gazioğlu
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê li gor demsalê di navbera 2 û 4 pileyan de kêm bibe û li 3 bajaran jî dibe ku baran bibare.
Li gor agahiya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê hewa wê kêmewravî û sayî be û piştî nîvro li derûdorê Erzirom, Qers û aliyê Erdêxanê jî wê barana gur bibare.
Tê texmînkirin germahiya hewayê li gor demsalê di navbera 2 û 4 pileyan de kêm bibe,
Germahiya hewayê ya herî kêm a bişev li Îdirê 28, li Erzîncanê 20, li Tunceliyê 19, Erdêxan û Qers 11 û li Erziromê 16 pile hat pîvan.
Germahiya hewayê ya herî zêde a bi roj jî wê li Îdir û Tunceliyê 39, li Agirî û Erzincanê 34, li Erziromê 30, li Qersê 28 û li Erdêxanê jî wê 27 pile be.
Tê texmînkirin ji hêla bakur û bakurê rojhilatê ve car caran ba rabe.