Haydar Şahin
13 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
ANKARA
PTT A.Ş. ya saziya Tirkiyeyê ew ê di 15ê Tîrmehê da pulên ji bo "Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê" çap kir derxe firotinê.
Di daxuyaniya PTTê da hat diyarkirin ku ew ê pulên li ser wan "15ê Tîrmeha 2016an Serfiraziya Demokrasiyê" ya ku gelê Tirkiyeyê ji bo parastina welat, rizgarî û îstiqbala xwe mora xwe lê xist hatine neqişandin têxin rewacê.
Hat ragihandin ku ew ê ji 15ê Tîrmehê pê va li karxaneyên PTTê, li ser malpera www.filateli.gov.trê û bernameya mobîl a telefonan dest bi firotina pulan bikin, bihayê portfoyê 15 lire re ye, di portfoyê da puleke 2 lireyî, zerfa roja ewil a 3 lireyî, bloka bîranînê ya bi jimar a bi 2 lireyî hene.