İbrahim Atmaca
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Bi zêdebûna germa havînê va li Sîvereka navçeya Şanliûrfayê dewra razana ser banî ku jê ra "banî palas" tê gotin, dest pê kir.
Ji ber ku li navçeya Sîverekê nava rojê germ nêzî 40 pileyî dibe, di malan da îdare nabe. Kesên ku dixwazin di hênikayê da razên dertên ser banî û cî û nivînê xwe li ser banî datînin. Ser banî germa hewayê bi şev heta 25 pileyan dikeve.
Ji ber ku di rojên dawîn ên remezanê da germ zêde bû, şêniyên malê fitara xwe di hewşa malê da vedikin û li ser banî di nav cî û nivînên xwe da heta paşîvê sohbet dikin. Welatî piştî ku paşîvê dixwin, di bin stêrkan da heta destê sibê di hênikayê da radizên.
Şêniyê navçeyê Omer Mîraç Ateş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji ber germê nikarin di avahiyan da îdare bikin.
Ateş got ku ew bi rêbaza banî palasê va hênik dibin û wiha dewam kir: "Banî palas, navê razana ser banî ye, em li ser banî cih û nivînê xwe rast dikin, ji ber ku hênik e, em li ser banî radizên. Ji ber ku nava rojê hewa germ e û bi şev hênik e, em di hênikayê da radizên. Em bi şev bi hev ra dicivin, hinek radizên, hinek sohbet dikin, xweş derbas dibe."
- "Ez stêrkan dijmirim"
Ayşe Ateşê jî diyar kir, ji ber ku hewa germ e, ew bi malbatî li ser banî radizên û wiha dewam kir: "Germa Başûrê Rojhilatê tê zanîn, ji bo ku em bi zarokan ra hênik bibin, em li ser banî radizên. Ji bo ku zarok ji ser banî nekevin, em miqatî wan dibin û bi wan ra dimînin. Razana binê stêrkan pir xweş e. Kêfa banî palasê nakeve destê her kesî."
Melîsa Nur Atmacayê jî got, "Em heta paşîvê ranazên, piştî ku em paşîvê dixwin jî di bin stêrkan da razan kêfeke xweş e."