14 Îlon 2016•Rojanekirin: 14 Îlon 2016
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê gule berdan Ahmet Budakê ku di Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya 1ê Mijdarê da ji AK Partiyê namzed bû.
Li gor agahiyên hat hildan Ahmet Budakê ku di Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya 1ê Mijdarê da ji AK Partiyê di lîsteya parlementeran da di rêza ewil da wek namzed hatibû nîşandan rastî êrîşê hat.
Budakê ku li cihê bûyerê giran birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê.
Serokê Navçeya Şemdînliyê yê AK Partiyê Fîkrî Algul got: "Kesên êrîş kirine piştî bûyerê reviyan. Namzedê me yê parlementeriyê Budak li ber derê mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat û xedar birîndar bû."
Hêzên ewlehiyê ji bo qefaltina êrîşkaran dest bi operasyonê kirin.