İbrahim Atmaca
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
ANTALYA
Li Antalyayê rojek berê serma çêbû û li ser çil û çiyayên herêmê berf barî, lê îro jî ji ber ku hewa germ e hin welatî ketin behrê.
Antalya wek "Paytextê tûrîzmê yê Tirkiyeyê" tê binavkirin. Li bajêr piştî barîna baran û berfê dîsa tav derket. Germahî danê nîvro heta 18 pileyî derket û hin meriv firsend ev firsend ji xwe ra ketin behrê.
Hin welatî li qeraxa Konyaaltiyê ketin behrê, hin welatiyan jî xwe da ber tavê û masî girtin. Hin kes jî li ber qeraxê revîn û meşiyan, hinek jî li duçerxeyê siwar bûn.
Li ser çil û çiyayê Antalyayê jî bi qerax va berf dixuyê. Welatiyan li ber dîmena çiyayê ku berf li ser e xwe da ber tavê û dîmenên ecêb derketin holê.
Li gor texmînê hewaya germ wê hê du rojên din jî dewam bike.