25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
ANKARA
Sererkaniyê ragihand, duh li baregeha Girê Batinê ya li bakurê Iraqê bombeya destan "bêhemdî" teqiya û di teqînê da eskerek şehîd bû, du esker birîndar bûn.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da wiha hat ragihandin:
"Duh li baregeha Girê Batinê ya li bakurê Iraqê bombeya destan bêhemdî teqiya û di teqînê da eskerek şehîd bû, du esker birîndar bûn. Eskerên me yên birîndar demildest rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wan dest pê kir.
Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ku di vê bûyerê da mir û em tûşî xemgînî û kedereke kûr kirin, bike û sebreke mezin bide malbata wî, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û gelê tirk ê mezin. Em ji bo hevalên xwe yê çekê yên qehreman hêviya şifayê dikin."