İbrahim Atmaca
15 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
NÎGDE
Astsubayê Peyade Serçawîşê Biqidem Omer Halîsdemir di dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetulahî da li Enqereyê di Fermandariya Hêzên Taybet da li Semîh Terziyê generalê derbekar dabû û paşê hatibû şehîdkirin. Li Nîgdeyê ser qebra Halîsdemir ji serê sibehê vir va qerebalixî heye.
Şehîd Halîsdemir seyra hewla derbeyê guherand û bû sembola têkoşîna demokrasiyê. Qebra Halîsdemir li Çukurkuyuya bajaroka navçeya Borê ye. Ji çar aliyê Tirkiyeyê serê sibê ziyaretvan çûn ser qebra Halîsdemir û li ser Qur'ana Pîroz xwend û dia kirin. Hat dîtin ku hin kes li ser qebrê giriyan.
Hanîfî Agcayê ku ji Stenbolê çûye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, şehîd Omer Halisdemir qedera Tirkiyeyê guherand û jê tê hezkirin û wiha dewam kir, "Em tenê ji bo rêzdarî û hezjêkirina wî hatin vir. Ev welêt deyndarê wî ye. Em mecbûr in ku rêzê nîşanî nirxên xwe bidin. Halîsdemir jî kesekî mustesna ye ku qedera Tirkiyeyê guherandiye."
Saffet Keskînê ku ji Hatayê çû jî got ku îro rojeke xmgîniyê ye, lê di heman demê da em serbilind ku li cihekî wiha ne û wiha dewam kir, "Xwedê cihê şehîd Halîsdemir têxe bihuşt. Înşallah em careke din rojên wiha nabînin."
Turan Tatalê ku ji Îdirê çû jî got ku Omer Halîsdemir xwe ji bo welatê xwe feda kir û wiha dewam kir, "Mekanê wî bihuşt be. Pêdiviya me bi mirovên wiha heye. Ew birayê me ye. Xwe ji bo qedera welêt feda kir. Înşallah em careke din tiştekî wiha nabînin."