30 Tebax 2016•Rojanekirin: 31 Tebax 2016
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna li ser şaxa medyayê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî da biryara binçavkirina 35 kesan da.
Cigîrê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Îsmaîl Uçar û ji dozgerên Buroya Sûcên Rêxistinî Murat Çaglak lêpirsîna li ser şaxa medyayê ya FETO dimeşînin û di çarçoveya lêpirsînê da li gor delîlên nû der heqê 35 kesan da biryara girtinê hat dayîn.
Li Stenbol, Enqere û Îzmitê operasyon hat kirin û Nurullah Ozturk, Rasîh Yilmaz, Murat Aksoy, Abdullah Alparslan Akkuş, Dînçer Gokçe, Îskender Yunus Tîryakî, Levent Arap, Omer Şahîn û Ayhan Şîmşek hatin binçavkirin. Hat tesbîtkirin ku ji gumanbaran 18 kes derketine derveyî welêt, polês li 8 kesan jî digere.
Tê îdiakirin, gumanbarên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hatiye dayîn, di dezgehên ku têkiliya wan bi rêxistinê ra hene da dixebitin û li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal propagandaya FETOyê kirine.