Abdullah Tel
09 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
WAN
Li ser "sifreya biratiyê" ya ku Şaredariya Gurpinara navçeya Wanê raxist 3 hezar kes rûnişt.
Li Şaredariya Gurpinarê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî dabû destpêkirin tevlî xizmetên şaredariyê yên ji bo welatiyan bi armanca yekîtî û bihevratiya gel jî xebat tên kirin û çalakiyên girîng tên organîzekirin.
"Sifreya biratiyê" ya ku ji serê Meha Remezanê vir va her carê li gundekî tê raxistin vê carê jî li ser Kolana Cumhuriyetê hat danîn.
Li ser sifreya seranserê kolanê hat raxistin 3 hezar welatiyî bi hev ra fitara xwe vekir.

Walî û Wekîlê Şaredar Murat Zorluoglu beşdarî bernameya fitarê bû û got ku bi her xebatên diçin serî va Gurpinar roj bi roj xweştir dibe.
Walî Zorluoglu destnîşan kir ku şaredariyên bajêr û navçeyê bi projeyên nû va derdikevin hemberî welatiyan û wiha pê da çû: "Halê berê yê çarşiyê hûn çêtir dizanin. Di nav sal û nîvekê da bi rastî jî reng û rûçikê Gurpinarê guherî. Bi veberhênanên ku em ê îsal bikin welatiyê him li navendê û him jî li taxên din ên navçeyê wê xizmetên şaredariyê bibînin.
Qaymeqamê Gurpinarê û wekîlê Şaredar Osman Dogramaci jî destnîşan kir ku wan li navçeyê gelek projeyên fizîkî û civakî kirine rewacê û wiha domand: "Înşakirina herî mezin dilxweşkirin e. Di vê mijarê da em bi şev û roj dixebitin. Wekî di her mijarê da em di vê mijarê da jî bi pêbaweriya welatiyên xwe ya ji me tevdigerin. Em hergav di xizmeta gelê xwe da ne."