31 Adar 2017•Rojanekirin: 31 Adar 2017
ÎSTANBUL
Stenbol jî di nav da li 14 bajaran ji bo qefaltina 59 wezifedarên ewlehiyê yên berê ku hat tespîtkirin "ByLock"a bernameya têkilîdanînê ya şîfrekirî ya Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) bi kar anîne, operasyona hevdem hat kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê birêva dibe da ji bo 59 wezifedarên ewlehiyê yên berê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da ji kar hatibûn avêtin biryara binçavkirin û qefaltinê hat derxistin.
Li ser vê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Sûcên Qaçaxçîtiyê ra Stenbol wek navend li 14 bajaran operasyon li dar xist û di ser 64 navnîşanan de girt.