04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsînên rêxistina terorî FETO de ku ji aliyê Serdozgeriya Enqereyê ve tê meşandin ji bo 31 xebatkarên berê yên Zanîngeha Enqereyê ku hatibû tesbîtkirin ByLock bi kar anîne biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriyê hin akademîsyen û personelê ku 31 kes in û hin ji wan bi biryarnameyên di hukmê qanûnê de hatibûn îxrackirin dê werin binçavkirin.
Hat ragihandin ku hin gumanbar hatin binçavkirin û ji bo lêpirsînê birin emniyetê. Ji bo girtina yên din jî operasyon didome.