Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye û tê texmînkirin ku îro li Tûncelî û Îdirê bigihîje 40 pileyî.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku îro li herêmê hewa dê ewrsayî û sayî be.
Bi şev germahiya hewayê li Qersê 11, li Erdêxanê 13, li Agiriyê 14, li Erziromê 15, li Tûnceliyê 19, li Ezirganê 20 û li Îdirê 22 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li herêmê bi roj germahiya hewayê qasî 5-7 pileyan ji germahiya demsalê zêdetir be.
Li gor texmînan dibe ku bi roj germahiya hewayê li Tûncelî û Îdirê 40, li Erzinganê 39, li Agiriyê 36, li Erzirom û Qersê 34, li Erdêxanê jî 30 pile be..
- Welatî di Gola Çildirê da hênik dibin
Welatiyên ku ji hewaya germ aciz dibin berê xwe dan Gola Çildirê ya di navbera Qers û Erdêxanê da ye.
Welatî ketin ava golê ku hênik bibin û hat dîtin ku ji ber germahiyê çivîk jî tengasiyan dikişînin.