02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ANKARA
Li Silopiya navçeya Şirnexê 6 terorîstên ku ji sitargehên li bakurê Iraqê revîn teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.
Sererkaniyê der barê bûyerên li welêt ên do da agahî da.
Li gor vê, li Silopiya navçeya Şirnexê 6 terorîstên ku ji sitargehên li bakurê Iraqê yên rêxistina terorê revîn teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.
Li Ovacika navçeya Tunceliyê di teqîbata hêzên ewlekariyê da 2 bombeyên destan hatin dîtin û paşê hatin îmhekirin.
Li Tetwana navçeya Bidlîsê jî keleşkofek û 23 fîşeng hatin girtin.