Muhammet Kurşun
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Li Silîvana Diyarbekirê minîbusa ku tekerê wê teqiya li refuje qelibî û 15 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku ji beldeya Weysel Qeranî ya Sêrtê diçû Diyarbekirê, li 11emîn kîlometreya rêya Silîvan-Diyarbekirê ji ber teqîna teker li refujê qelibî.
Di qezayê de 15 kes birîndar bûn. Ambûlansan nexweş rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê û Nexweşxaneya Silîvanê ya Dewletê.