Abdullah Tel
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
HAKKARÎ
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got: "Bi rastî û înşeallah ev welêt di sedsala 21ê da li erdnîgariya dora me û li dinyayê wê bibe stêrkeke ku dibiriqe. Em bi vê bawer dikin. Em ji gelek kotûkêşan derbas bûn. Hemd ji Xwedê ra be ku em îro sipîsax in û li ser piya ne. Bi hêz in û bi qewet in"

Wezîr Soylu tevlî Waliyê Hekariyê Cuneyît Orhan, Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Orgeneral Arîf Çetîn, Fermandarê Parleşkera Asayişa Wanê Korgeneral Salih Karataş, Fermandarê Tumena Piyadeya 3emîn General Metîn Tokel, Midûrê Ewlehiya Bajêr Suleyman Suvat Dîlberoglu û Qaymeqamê Yuksekovayê Mahmut Kaçikçi li Fermandariya Tumena 3emîn nimêja eydê kirin û qurban şerjê kirin.
Soylu eyda hêzên ewlehiyê, welatî û nûnerên saziyên civakî pîroz kir û di axaftina li vê derê kir da diyar kir ku nimêja xwe li Yuksekovayê kir û qurbana xwe li wir şerjê kir û ev yek pir manedar e.