09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ŞIRNAK
Li Uludereya navçeya Şirnexê di bihurîna wesayîtê da teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstên PKKyî li ser rê çal kiribûn, hat teqandin û di encamê da gundparêzek şehîd bû.
Li gorî agahiyê, li tanga gundê Andaça li ser navçeyê, kamyoneta ku plaqeya wê hê ne diyar e ya ku Yahya Arkin diajot, dema bihurînê da terorîstan teqemeniya çalkirî teqandin.
Arkinê ku di teqînê da xedar birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Uludereyê, lê digel hemû midaxaleyan, nehat xilaskirin.
Eşkere bû Arkinê ku mir, gundparêz e û amûr dibir baregeha leşkerî ya nêzîkî gund.
Li Adiyamanê êrîşa terorê
Waliyê Adiyamanê Abdullah Erin ragihand ku mensûbên rêxistina terorê PKKyê gundparêzek şehîd kirin.
Li gorî agahiyê, terorîst bi komeke ku ji 4-5 kesan pêk tê hatin gundê Çamlicayê ya li ser navendê û bi çeka lûledirêj gule berdan serkirdeyê gundparêzan Yusuf Sonmez û ew birîndar kirin. Sonmezê ku bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Adiyamanê, li vir digel hemû midaxaleyan xilas nebû û şehîd ket.
Terorîst, piştî ku gundparêzên din ên gund û ekîbên cendirmeyan bersiv dan, baz dan. Seba qefaltina wan li herêmê operasyoneke berfireh dest pê kir.
Piştî bûyerê Waliyê Adiyamanê Erin hat Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Adiyamanê, li vir daxuyanî da rojnamegeran û wiha got, "Mensûbên rêxistina terorê PKKyê li gundê Çamlicayê di dora saet 21.55an da çalakiyeke nemerd kirin, serkirdeyê gunparêzan Yusuf Sonmez şehîd kirin."
Walî Erin diyar kir ku heya terorîst bên qefaltin operasyona ku dan destpêkirin dê dewam bike.