16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 40 kesên ku di nav wan da 8 mixtar jî hene hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, li bajêr di çarçoveya lêpirsîna li ser PKK/KCKya rêxistina terorê da operasyon birin ser hin navnîşanan.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da 40 kesên ku di nav wan da 8 mixtar jî hene bi hinceta alîkarîdayîna PKKya rêxistina terorê hatin binçavkirin.
Karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran dewam dikin.