16 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di operasyonên ku hatin kirin da 2 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Midûriya Emniyetê di meha sibatê da ji bo têkoşîna sûc û sûcdaran serkeftineke mezin bi dest xist.
Li cihên ku polês û cendirme lê berpirsyar in, li dijî PKKya rêxistina terorê 544 operasyon hatin kirin. Di operasyonan da 2 terorîst hatin kuştin, 347 kes hatin binçavkirin û 53 kes jê hatin girtin. Di operasyonan da 2 çekên lûledirêj, 5 demançe, 7 tivingên nêçîrê, 20 şarjor, 129 fîşeng, 6 bombeyên desta, 74 mekanîzmayên teqemeniya destçêkirî, 222 kîlo amonyum nîtrat, 49 tûpên piçûk, bêtêlek, çentekî piştan, 17 perçe kinc, 510 funye, 104 fîşengên hewayî, 270 mêtre kabloya ceyranê, 8 wesaît, 560 dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
- 8 ton û 580 kîlo esrar hat bidestxistin
Di nav heman demê da di çarçoveya sûcên qaçaxcîtî û organîze da 480 operasyon hatin kirin, ji 525 kesên binçavkirî 53 kes hatin girtin.
Di operasyonan da 5 ton û 19 kîlo esrar, 3 ton û 561 kîlo esrara toz, 558 hezar û 475 pakêt cixareya qaçax, hezar û 158 têlefonên bêrîkê yên qaçax, 4 demançe, 4 tivingên nêçîrê, 8 şarjor, 241 fîşengên curbecur û 11 lître şeraba qaçax hat bidestxistin.
- Kontrolên ser rê
Di kontrolên ser rê û dirban da jî 2 hezar û 104 kesên ku polês ji ber sûcên curbecur li wan digeriya hatin girtin. Di kontrolan da 15 demançe, 10 tivingên nêçîrê, 338 fîşeng, 56 hezar û 595 pakêt cixareya qaçax, 15 kîlo esrar, hezar û 31 hebên hişbirê, 11 lître şeraba qaçax hat bidestxistin.