İbrahim Atmaca
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê ji ber mij û xumama zêde hemû seferên vapûran hatin betalkirin.
Li gor daxuyaniya Xetên Şehir a AŞyê, ji ber mij û xumamê ji seat 07.05an pê va seferên vapûran ên Karakoy-Kadikoy, Uskudar-Emînonu, Beşîktaş-Kadikoy, Kavşaka Anadoluyê-Sariyer, Hîsara Anadoluyê-Emînonu, Bostanci-Karakoy, Emînonu-Kadikoy û Îstînye-Çubukluyê hatin betalkirin.
Ji ber ku seferên vapûran hatin betalkirin, di seferên Marmarayê da qerebalixî heye.
Her wiha ji ber ku li giştiyê bajêr mij û xumam heye, bi tevî Şîşliyê navçeyên Beşîktaş, Sariyer, Uskudar û Beykoza ku qeraxê wê yê kendavê heye û li Xalîca Fatîh, Eyupsultan û Beyoğluyê li gor herêmên din meriv hin deran nikare 100 mêtre pêşiya xwe bibîne.
Pireyên Kendavê, Mizgefta Ortakoyê, Birca Galatayê, Muzeya Ayasofyayê û Mizgefta Sultanehmedê jî di nav mij û xumamê da nayên dîtin.
Ji ber mijê li ser pireyên kendavê û rêyên sereke jî çûyîn û hatina wesayîtan hêdî ye.