11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
SÎÎRT
Li dorbera Bayqana navçeya Sêrtê di operasyona esmanî da 3 endamên PKKa rêxistina terorî hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê Midûriyeta Ewlehiya Bajêr û Fermandariya Cendermeyên Bajêr li dorbera gundê Çevrîmtepeyê operasyona hevbeş kirin.
Hat diyarkirin di operasyonê da 3 endamên PKKê hatin berterefkirin.
Li gor agahiyan di teqîbatê da tivingeke M-16, 6 keleş, demançeyek, bombeyeke destan, 2 çenteyên piştê, 2 êlegên hicûmê, 2 şemsiye û gelek xwarin û xurek hat qefaltin.
Tê destnîşankirin endamên hatine kuştin fail û plankirê êrişa li dijî Mehmet Kocabeyê Qaymeqamê Bayqanê ya di 7ê tîrmehê de hat kirin û bûyera şehîdkirina Yakup Akdagê Çawîşê Payebilind û Serbazê Cendermeyan yê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Çukurcayê ya di 24ê tebaxê da ne.