17 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
SÎVAS
Li Zaraya navçeya Sêwasê 5 wesaît li hev qelibîn û di qezayê da 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li texma Kanliarmuta nêzî Tepekoya Zarayê li ser rêya Sêwas-Erzincanê qamyona bi plaqeya 31 D 7879 ya Cuma Yilmaz diajot, tirimbilê bi plaqeya 25 DJ 512 ya Yusuf Yîgît diajot, TIRa bi plaqeya 08 K 7439 ya Nurî Karabulut diajot, TIRa bi plaqeya 80 GC 725 ya Mehmet Alî Kaş diajot û minîbusa bi plaqeya 58 AG 671 ya şofêrê wê nayê zanîn li hev qelibîn.
Hat destnîşankirin di qezayê da Fatma Yîgîta di tirimbêlê da û jineke nasnameya wê nayê zanîn mirin.
Li gor agahiyan Kadriye Sarigul (67), Cuma Yilmaz, Bîlal Işik, Nurî Karabulut, Yusuf, Nîsanur û Bahadir Sefa Yîgîtê di qezayê da birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.