15 Mijdar 2015•Rojanekirin: 16 Mijdar 2015
Welatiyên ku li Sîlwana navçeya Diyarbekirê dijîn, hewl didin ku şopên êrîşên terorîstên PKKyî ji holê rakin.
Operasyonên hêzên ewlekariyê yên ku bi armanca desteserkirina mensûbên rêxistina terorê PKKyê, tijekirina xendekan û rakirina barîkatan ve li taxa Tekel, Konak û Mescidê hatin lidarxistin, bi dawî bûn.
Piştî tijekirina xendekan û rakirina barîkatan welatî 12 roj şûnde vegeriyan ser cihên xwe, lê dema ku dîtin terorîstan gelek zirar daye xaniyên wan, şaş û metel man.
Xelkê taxê yên hewl didin ku şopa texrîbatê ji holê rakin, amûr û alavên xwe yên ku zirar dîtine temîr û sax dikin.
Ekîbên Dayîna Ceyranê ya Dîcle AŞyê (DEDAŞ) jî xetên neqla enerjiyê yên ku ji ber êrîşên terorîstan zirar dîtine, teze dikin.