Haydar Şahin
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
ANKARA
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Li Sûriyeyê rewş baş dibe û hedî hêdî dikeve rêya xwe. Me bi operasyona Mertalê Feratê qadeke 2 hezar kîlometre çargoşeyî ji DEAŞ û PKKê paqij kir û 75 hezar xwişk û birayên me yên ji Sûriyeyê çûn herêmê bi cî bûn û tevlî jiyana xwe ya rojane bûn."
Serokatiya Polîtîkayên Civakî ya AK Partiyê bi dirûşma "Anadolu Tijî Dinyayek e" li Otêla Pointê bi sernavê "Sempozyuma Koçberî û Hemahengiyê" bernameyek saz kir û Yildirim li vir axaftinek kir.
Li ser rewşa Sûriyeyiyan Yildirim wiha agahî da:
Serokwezîr Yildirim: "Ji berfanbara 2017an pê va 976 hezar penaberên sûriyeyî zarokên heyama xwendinê ne. Em li xwendingehên dewletê, navendên perwerdeya berwext û sitarbûnê perwerdeyê didin 612 hezar zarokan. Di vê çarçoveyê da di sala 2016an da rêje xwendingehan ji sedî 30 bû di heyama perwerdeyê ya 2017-2018an da ev rêjeya gihîşte ji sedî 65an."
Herwiha got: "Li Sûriyeyê rewş baş dibe û hedî hêdî dikeve rêya xwe. Me bi operasyona Mertalê Feratê qadeke 2 hezar kîlometre çargoşeyî ji DEAŞ û PKKê paqij kir û 75 hezar xwişk û birayên me yên ji Sûriyeyê çûn herêmê bi cî bûn û tevlî jiyana xwe ya rojane bûn."