Haydar Şahin
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
AMASYA
Li Amasyaya ku bi xaniyên xwe yên Yaliboyu yên çanda tirkan a dîrokî nîşan didin va bi nav û deng e şaredarî rawestgehên otobêsan wek malên dîrokî çêdike.
Li navenda bajêr 10 rawestgehên otobêsan ên wek xaniyên Yaliboyuyê yên dîrokî xanê dikin hatin çêkirin.
Şaredar Cafer Ozdemir daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku şiklê xaniyên dîrokî yên Amasyaya ku dîroka wê 8 hezar û 500 salî ye didin rawestgehan.
Ozdemir destnîşan kir ku rawestgehên teze ji hêla gel zehf hatin ecibandin û got, "Em dixebitin ku qonaxên dîrokî yên Amasyayê li ser rawestgehan bijîn. Me xwest ku welatî û kesên ku ji dervayî bajêr tên vê derê dîmenên xweşik ên dîrokî bibînin. Em ji gelê xwe dixwazin ku bira li van rawestgehên otobêsan xwedî derkevin.
Ozdemir got ku bi daran rawestgehên dîrokî xanê dikin çêdikin, rawestgeh li bajêr tên û tarîxa Amasyayê jiyana xwe didomîne.
Ozdemir diyar kir ku ew ê hemû rawestgehên otobêsan ên li bajêr biguherînin û wek xaniyên dîrokî çêbikin.
Ferdî Mutluyê ji bajêr jî got dema rawestgehên wek mîmariya Osmaniyan hatine çêkirin dît şaş û metel ma, ji ber ku karekî wiha kêrhatî çêkirin û li dîrokê xwedî derketin ji rayedaran ra spas dike.