13 Tebax 2016•Rojanekirin: 14 Tebax 2016
HELEB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên ûris û artêşa Sûriyeyê li Helebê êrîş birin ser cî û warên di bin kontrola mixalifan de û nexweşxaneyekî û di encama êrîşê de 10 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl bi dest xistin balafirên şer ên Rûsya û yên rejima Esed li bajaroka Hayyanê ya li bakurê Helebê cî û war bombebaran kirin, di encama êrîşê de jin û zarok jî di nav de 10 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di bûyerê de birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li sehrayê û di encama bombebaranê de gelek mal û kargeh xira bûn.
- Balafirên ûris nexweşxaneya welîdînê û zarokan bombebaran kir
Ji ekîba parastina sivîl a li Kafr Hamraya bajaroka Helebê Ebdûlfettah Ebdûllah jî diyar kir ku balafirên ûris berdestê sibê nexweşxaneya welîdîn û zarokan a lu bajarokê bombebaran kir, di encama bombebaranê de 7 kes birîndar bûn.
Ebdûllah got "Di encama êrîşa balafirên ûris de nexweşxaneyê ew qas zirar dît ku êdî nikarin bi kar bînin. Gelek cîhazên tibî yên li nexweşxaneyê zirar dîtin, hin cîhazan jî ew qas zirar dîtin ku êdî nikarin wan bi kar bînin."