13 Tebax 2016•Rojanekirin: 14 Tebax 2016
HELEB
Bi piştgiriya DYAyê va milîtanên Koalîsyona Erebên Sûriyeyê (KES) û PYDya baskê PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê tevahiya Menbica navçeya Helebê rizgar kirin û xistin bin kontrola xwe.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda hêzên PYD û KESê ku ji du mehan zêdetir e hewl didin di dawiyê da Menbicê ji DAEŞa rêxistina terorê rizgar kirin.
Hêzên KES û PYDê di dawiya meha gulanê da dest bi operasyona li ser Menbica di bin kontrola DAEŞê da kir. Ji wê rojê vir va PYD û KES li rojavayê Feratê gelek pêş va çûn û gelek gund û bajarok paş ve sitandin û ev nêzî du mehan e jî ku derdora Menbicê girtine.
DAEŞê Menbica di destê muxalifên Sûriyeyê da bû di sala 2014an de xistibû bin kontrola xwe.